Li bajarê Hesekê kargeha kartonan rojane 25 ton karton ji zivirandina bermahiyên kaxizî heldiberîne.
Ev kargeh ji bo herêmê û dabînkirina 250 kesan derfetên kar ava kiriye.
Karton ji welatiyan tê kirîn û bi di 6 pêvajoyan vedigere kalîtiya xwe .
Ev kargeh dibe yekem kargeha kartonan li sûriyê.
Kargeha Çiya ya zivirandina kartonan li bajarê hesekê.
Rojane ji 40 ta 50 ton bermahiyên kaxezî hûr dike û li kuwalitiya wê vedigerîne.
Ji % 80 pêdivî û meteriyalên vê kargehê, ji karton,elektrîk û kardestan, ji herêmê tê peydakirin.
Bermahiyên kaxizî ku tona wê bi, 70 $, ji welatiyan tê kirîn di 6 pêvajoyan re, derbas dibin.
Rêveberiya Xweser ji bo gel xebatên pîşesaziyê pêş dixe
Piroseya zîvirandinê ji hêran, parzûn, kelandin, raxistin û zûhakirinê ta bi pêçandin û têstê pêk tê.
Ev piroje 3 kargehan di nava xwe dihewîne..
Bi sîstema zîvirandinê ev yekem kargeh li ser asta Sûriyê ye.
Karton bi pîvan û kwalîtiya daxwaza xwediyê kargehan tê çêkirin û tona wê bi 450 $ tê firotin .
Di vê kargehê de 250 karker dixebitin
Beşên vê kargehê zêdeyî 250 karkerî dixebitîne..