Yekitiya Parêzeran a Minbicê bi dirûşma “Parêzerî têkoşîna ji bo bidestxistina edaleta civakî û parastina maf û azadiyan e” konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.
Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin.
Di konferansê de, şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mizgîn Mihemed axivî û rewşa siyasî nirxand.
Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê maf û qanûnan de hat xwendin.
Her wiha hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed El Hesen jî axivî û got:
“Parêzerî, pîşeyeke azad e ku bi dadgehê re, hewl dide ku bigihêje rastiyê û edaletê bi dest bixe.”
Piştre rapora rêxistinî û malî ya yekitiyê hat xwendin.
Di konferansê de desteyeke rêveber a nû ya yekitiyê hat hilbijartin ku Xelîl El Ehmed û Omer Berkel bûn hevserokê yekitiyê.
Di dawiyê de endaman sondxwar û soza berdewamkirina erkê xwe ji bo bidestxistina edaleta civakî û pêşxistina civakê, dan.