Derbarê belavbûna vîrûsa Corona Şaneya Krîzê biryarên nû da

Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê di civîna xwe ya dawî de gelek biryarên nû dan.

Ji ber belavbûna vîrûsa Corona li hemû cîhanê, Şaneya Krîzê ya herêma Cizîrê ya ku li dijî vîrusa Koronayê hatiye avakirin di civîna xwe ya dawî de ji bo rê girtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) biryar nû da.

Biryarên hatin danîn wiha ne:

1-Pêngava dezenfektekirinê berdewam bike da ku hemû deverên olî û saziyên civaka sivîl werin paqijkirin.

2-Divê hemû wesayîtên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de di her sefreyeke bi madeya kolor werin paqijkirin.

3-Çayxane, navendên kombûnê, kişandina ergîle, kafeteriya, klubên internêtê û yên sporê werin girtin.

4-Rûniştina li xwaringehan qedexe ye û hiştina xwarinan vekirî qedexe ye.

5-Serdana nexweşxan li nexweşxaneyên giştî û yên taybet qedexe ye.

6-Teqezî li ser paqijiya giştî were kirin.

7-Piştî bidawîbûna pêngava yekemîn pêngava dezenfektekirinê tax, kolan û deverên giştî dest pê dike.

Şaneya Krîzê diyar kir ku hemû biryar dikevin xizmeta parastina tenduristiyê ya gelê herêmê.

Back to top button