Asuriyên Til Temirê salvegera 8′an a êrişa DAIŞ′ê li dijî Til Temirê û berxwedana li dijî wê bi bîr anî.
Merasîm li gundê Til Erboş ê li rojavayê Hesekê hate destpêkirin.
Piştî axaftinan, hêzên Meclisa Parastina Xabûrê tûraneke leşkerî li dar xist.
Serokê Meclisa Gel a Asur, Ilyas Enter hemû şehîd bi bîr anîn û got: “Îro ji bo me rojeke ku gelê Asurî jiya.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Xabûrê Nînew Efram jî got: “Bi saya fedekariyên şêniyan ku li hember rêxisitna herî teror li cîhanê sekinîne Xabûr û gundên wê bi ser ketin.”
Hevserokê Partya Sûriya Demokratîk Nînêl Cindo jî axivî û got: “Armanca van komployan ew bû ku Asuriyan tune bikin û hêviyên rizgariya wan têk bibin.”
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El Haşim got: “Bi saya hevgirtina pêkhate û projeya neteweya demokratîk gelên herêmê li dijî terorê bi ser ket.”
Merasîm bi pêxisitna mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.