“Kêmbûna ava Firatê û baranê bandoreke neyinî li genim kir”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim hilberîna sereke ye ku bejî û avî li ser rûberên fireh tê çandin.
Lê ji ber ku îsal baran kêm bariye û kêmbûna asta çemê Firatê, qada çandiniyê bi awayekî neyînî bi bandor bû.

Têkildarî mewisma çinînê cotkar Mûsa El-Nasîf û Mihemed El-Hemed gotin:

Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û baranê bi awayekî neyînî bandor li hilberînê hat kirin

Gelek donim li şûna bi patozan bi rêbazê kevn hatin çinîn.

Mewsimê îsal ne mîna sala borî ye, ji ber wê emê hilberîna îsal bihêlim sala bê.

Endamê beşa kooperatîfan a bajarê Hecînê Xelîl El-Mihemed jî diyar kir ku hilberîna genim ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û baranê zirar dît.

Da ku em rê li pêşiya şewatan jî bigirin, 4 erebeyên agirkujiyê tevî xebatkarên pîspor hatine amade kirine.

Girêdayî rûbera ku hatiye çandin El-Mihemed got: Îsal derdora 500 hezar donim hatiye çandin.

Her wiha diyar kir ku hilberîna îsal dê depo bikin.

Back to top button