Êzidiyên Efrînê: Avakirina mizgeftê li ser gora zarokan sûcên li dijî mirovahiyê ye

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi avakirina mizgeftan li ser gora zarokan dewleta Tirk û çeteyên xwe sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Îro li gundê Ehdas ê şehbayê daxuyaniyek da

Yekîtiya Êzîdiyên ragihand ku bi dagirkirina Efrînê dagirker hewl dide ola êzîdî li Efrînê qir bike û fikrên tundrew li ser civaka êzîdiyan ferz bike

Yekîtiyê diyar kir ku bi avakirina mizgefteke bi navê Ibrahîm El-Xelîl li ser goristana zarokan a li gundê Qistel Cindo, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin .

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bêdengiya civaka navnetewî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li sazî û rêxisitinên mirovî kir ku divê destwerdanê li van sûcan bikin û lêkîlon werin kirin.

 

Back to top button