Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo gerîlayê şehîd Serbest Zagros konê sersaxiyê veda.
Gerîlayê HPG’ê Dilovan Umer (Serbest Zagros) 24’ê Gulana 2021’an li herêma Cûdî şehîd bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Serbest Zagros veda.
Di merasîma sersaxiyê de kesên axivîn weha gotin:
Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê bi çekên giran û balafiran êrîş dike.
Armanca dewleta Tirk ku wan herêman dagir bike, lê bi berxwedana gerîla nikarin bostekê ji xaka me dagir bikin.
Her weha soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û bang li gelê Kurd hat kirin ku destekê bidin berxwedana HPG’ê.
Dawiyê, nsanameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.