Wagner kontrolkirina Bahmotê radigihîne û Ukrayna red dike

Fermandarê Hêzên leşkerî yên Rûsî yên taybet ‘Wagner’ ragihand, wan bajarê Bahmot ê Ukraynayê bi temamî kontrol kiriye.

Fermandarê ‘Wagnerê’ Yevgini Prigojin dîmenek belav kir û diyar kir, hêzên Wagnerê roja 25’ê vê Gulanê dê ji bajêr vekişin û wî radestî Artêşa Rûsî bikin.

Lê Artêşa Ukrayna vê yekê red dike û dibêje, şer li başûr-rojhilatê Bahmotê berdewam e.

Biden bi 375 miliyon dolarî alîkariyên leşkerî dide Ukrayna

Ji aliyekî din ve, Berpirsyarekî Amerîkî ji ajansa Reuterssê re ragihand, serokê Amerîkayê Joe Biden dê gurzeke alîkariyên leşkerî yên nû bide Ukraynayê.

Li gorî berpirsê Amerîkî qîmeta van alîkariyan 375 miliyon dolar e û Biden dê di civîna G7 ku li Japoniyayê tê lidarxistin de, ragihîne.

Civînên G7 ên 7 welatên pîşesaz ên herî mezin li cîhanê, ji roja înê heta yekşemê li bajarê Hîroşîma yê Japonyayê tên lidarxistin.

Beşdaran cezayên li dijî Rûsyayê zêde kirin û tedbîrên nû ji bo astengkirina êrîşên Rûsya li dijî Ukraynayê ragihandin.

Serokê Ukraynayê Volodomir Zelensky jî ku duh beşdarî lûtkeya Erebî bûbû, îro gihîşt Hîroşîma û tev li civîna G7 bû.

Back to top button