Nûrî Mehmûd: Tu eleqeya me bi teqîna li Efrînê tune

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqîna li Efrînê tune ye û tewanbariyê ku li wan hatî kirin dûrî rastiyê ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryê bi daxuyaniyê bûyera doh li Efrînê şermezar kirin.

Duh piştî nîvro nêzî nuqteyek çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Sultan Murad, bi tankerek bombebarkirî teqîneke mezin rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, di encamê de 6 jê çete 11 zarok, 40 kes hatin kuştin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê li ser malpera fermî ya YPG’ê diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqîna li Efrînê tune ye.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku hinek derdor bêyî ku mijar were teqezkirin, YPG’ê berpirs girtin lê ev tawanbarî dûrî rastiyê ne.

Rêveberiya Xweser bûyer şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Li bazara gel a bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîneke mezin çêbû û di encamê de bi dehan sivîlan ji wan ji şêniyên Efrînê birîndar û şehîd bûn.

Em weke Rêveberiya xweser van kiryarên hovane Şermezar dikin.

Back to top button