TJK-E: Em ê azadiyê biparêzin û berxwedana jinê bilind bikin

Jin niha ve jin amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî dikin. TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir. Li gorî wê, di navbera 1 û 8’ê Adarê de wê çalakî li welatên Ewropayê pêk werin. TJK-E’yê banga beşdariya van çalakiyan li tevahî jinan kir. 

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek da.

TJK-E anîû ziman Jinên Kurd, di nava wê hewldanê de ne ku armancên jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe bi cih bînin û got:

“Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îro ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê û afirînerê vê têkoşînê jî Rêber Apo ye.”

TJK-E’yê diyar kir ku di şexsê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de azadiya civakî ji her demê bêhtir nêz e.

TJK-E: Li her welatî wê bi rojeveke cuda çalakî bên lidarxistin

Li ser çalakiyên 8’ê Adarê jî TJK-E’yê diyar kir ku li her welatekî wê bi rojeveke cuda çalakî bên lidarxistin û der barê van çalakiyan de wiha got:

Li Almanyayê, wê li dijî qirkirina jinê ya li Şengalê û Efrînê jin dakevin qadan.

Li Fransayê, di serî de dijî komkujiya Parîs; li hemberî tundiya li dijî jinên di nava têkoşîna azadiyê de, wê çalakî bên lidarxistin.

Li Swîsreyê, di serî de li Kurdistanê li dijî qirkirin û talankirina ekolojîk a li cîhanê em ê li qadan bin.

Li Belçîkayê, li hemberî zext, êşkence û komkujiyên li zindanên Tirkiyê em ê dakevin qadan.

Li Hollandayê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê em ê çalakiyan li dar bixin.

Li welatên Skandenavyayê, Brîtanya, Swêd, Danîmarka, Norwêc û Fînlandiyayê jî em ê li qadan bin.

Di dawiya daxuyaniyê de TJK-E got:

“Ji bo çalakiyên ku em ê bi dirûşma ‘Li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi rengekî azad bijî’ lidar bixin” û banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Back to top button