Li Tirkiyê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de gelek kes hatin binçavkirin

Berxwedana 165 salan ya karkeran hîna weke îro zindî ye.

Îro di roja 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de, li Tirkiyê careke din êrîşa û zextên li ser karkeran hebû.

Li Stenbolê gelek karker bi lêdan û derbkirinê hatin binçavkirin.

Endamên Zanîngeha Dîren, SODAP û Meclisa Ciwanan ên li Mecîdiyekoy ji bo ber bi qada Taksîmê ve bimeşin li hev kom bûn.

Bi despêkirina meşê re karkeran sloganên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ gotin.

Li ser vê yekê polîsan êrîş bir ser girseyê û 19 kes bi lêdanê binçav kirin.

Endamên Konseya Nûnerên Karker û Hêza Kedê yên ku li Tarlabaşi pankarta ‘Qada 1’ê Gulanê Taksîm e’ vekirin.

Li wir jî polîsan heman zext bikar anîn û dest bi binçavkirinê kir.

Endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger ku ji Kazanci Yokuşu bi pankarta ‘Şer e 1’ê Gulanê’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êrîş bire ser wan û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.

Bivê yekê re, faşîzma AKP’ê careke din rêneda ku karker cejna xwe pîroz bikin.

Back to top button