LI BAKURÊ HEMAYÊ 6 ÇETE Û 13 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Topbaran û bombekirina gundewarên Idlib û Hemayê bi dijwarî didome. Di encamê de jî gelek çete û malbatên wan hatin kuştin. Baregeha Himêmîm û derdora Şamê rastî êrîşan hatin.

Topbaran û bombekirina gundewarên Idlib û Hemayê bi dijwarî didome.

Di encamê de jî gelek çete û malbatên wan hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, li Mi’erêt Numan 3 kes û li Kefroma jî 4 kes hatin kuştin.

Her wiha di encama şerê li Sehil El-Xab û Cebel Şehşebo de, 6 çete û 13 leşkerên rêjîma Sûrî hatin kuştin.

Têkildarî mijarê, ajansa Sputnik ragihand ku di navbera herdu aliyên şer de, 72 se’et agirbest hat ragihandin.

Ew agirbest ji se’et 12:00 nîvê şevê derbasî qonaxa pêkanînê bû.

BAREGEHA HIMÊMÎM A RÛSÎ RASTÎ ÊRÎŞÊN EZMANÎ Û BEJAHÎ TÊ

Têkildarî mijarê, îroj danê sibehê teqînên mezin li herêma Ceblê ya Lazqiyê rû dan.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ew teqîn encama êrîşên dronan bû.

Sîstema parastinê ya baregehê jî bersiva êrîşan da.

Li heman herêmê, ango Ceblê, komên çete 15 moşek avêtin gundên Şeraşîr û El-Hiwêz.

Di encamê de leşkerekî rêjîmê hat kuştin û hinekên din jî birîndar bûn.

ISRAÎLÊ BI DRONAN ÊRÎŞÎ ŞAMÊ KIR

Li aliyekî din, nûçegihanê ajansa Sputnik ragihand ku Israîlê bi dronan herêma Kiswê ya başûr-rojavayî Şamê kir armanca xwe.

Çavkaniyê ji ajansê re diyar kir ku artêşa Sûrî 4 moşekên ezmanî avêtin û hin dronên Israîlî xistin xwarê.

Têkildarî mijarê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan got ku devera ku Israîlê armanc girt, depoyên çekan û baregehên leşkerî yên Îran û Hizbullahê ne.

Leave a Reply

Back to top button