Di 14’yê Tîrmeha 1982’yê de ciwanên Apoyî yên Kurd, Laz û Tirk li dijî faşîzma dewleta Tirk û derbeya leşkerî ya hovane ya 12’yê Îlonê di Zîndana Amedê de bi canê xwe felsefeya ‘berxwedan jiyane!’ nivîsîn.
Dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane’ destpêka çîrokek rasteqine ye û dubare nebûye ku ew jî leheng û fedayiyên ciwan yên Apoyî bûn.
Di dilê faşîzmê û Zîndana Amedê de îradeya azadîxwazan li ser tarîtiya faşîzmê ku îro li Kurdistanê bûye şêwazê têkoşîn û felsefeyek jiyanê.
Di 12’yê Îlona sala 1980’yê de generalên faşîst ên Tirk bi serokatiya Kenan Evren li Tirkiyê derbeya leşkerî kirin.
Rejîma faşîst ya 12’ê Îlonê bi vê derbeyê dest bi şantajê kir û girtîgeh bi şoreşger, azadîxwaz û têkoşerên demokrasiyê tijî kirin.
Tenê nefes mabû ew jî çirûskek ya Amedê bû
di 21’ê Adara 1982’yan de Mazlûm Dogan bi kibrîtê vêxist û got “Berxwedan Jiyane, Teslîmiyet Mirine”
Li Zindana amedê felsefeya berxwedanê hat afirandin
Bi gihiştina şehadetê re bû Kawayê Hemdem û sembola berxwedan û Newrozê.
Ciwanên Apoyî beriya niha 41 salan li nav Zîndana Amedê ev felsefeya berxwedanê afirandin.
Piştî Mazlûm Dogan, çar hevrêyên wî yên din Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi çalakiya ku weke ‘Şeva Çaran’ tê zanîn, agir berdan bedena xwe.
Vîna 14’ê Tîrmehê perdeya faşîzma Tirk perçe kir û bi ser ket
Li dijî zilm, îşkence girtiyên Apoyî bi fedakirina canê xwe bi vî awayî agirê berxwedanê yê ku ji aliyê Mazlûm Dogan ve hatibû pêxistin hîn geştir kirin.
Di vê çarçoveyê de rojek weke îro ango 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan kadroyên pêşeng ên PKK’ê
di salona dadgehê de li dijî îşkence û ferzkirinên zilm û zordariya li nav Zîndanê biryara çalakiya rûmetê dan.
14’ê Tîrmehê ji şoreşa 19’ê Tîrmehê re bû bingeh
Di çalakiya rûmetê ya her çar kadroyên pêşeng ên PKK’ê de, Kemal Pîr di roja 55’an,
Mihemed Xeyrî Dûrmûş di roja 58’an, Akîf Yilmaz di roja 66’an
û Alî Çîçek jî di roja 67’an ya çalakiya mirinê de şehîd bûn.
Ev berxedaniya 14’ê Tîrmehê weke Roja Rûmetê ya Netewî ket dîroka kurdistanê.
Îradeya 14’ê Tîrmehê perdeya faşîzma Tirk perçe perçe kir û berxwedan bi ser ket.
Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê îro bi Şoreşa Rojava ango 19’ê Tîrmehê re bû bingeh.”
PKK bi boneya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da



