Li Efrînê dagirkeran 2 kalemêr û zarokek revandin

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi dawî nabin.
Dagirkeran 2 kalemêr û zarokek ji Efrînê revandin û her wiha agir berdan 250 darên zeytûnan.

Li Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên dijmirovî û şewitandina darên zeytûnan dewam dikin.

Ajansa ANHA’ê diyar kir ku îstîxbarata Tirk û çeteyên girêdayî wan 2 kalemêr revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navê kesê ku hatine revandina wiha ye:

Ezet Mihemed Tewîle (56) ê ji xelkê Cindirêsê û Îsmaîl Mihemd El Şêx Mistefa (63) ê ji xelkê Şiyê.

Her wiha çeteyên ′Polîsên Sivîl′ zarokê bi navê Mursel Bozan Şêx Salih Berazî (15) ê ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ji nîvê gund revand û bir cihekî nediyar.

Li aliyekî din jî, çeteyên Feyleq El Şam agir berdan 250 darên zeytûnan ên zeviyên du birayên bi nav Ehmed Xeyrî û Nebî Xeyrî ên ji Şêrewa.

Çavkaniyan diyar kir ku zeviyê agir hatiye pêxistin li rojhilatê gundê Burc Heyderê ye û rûberên mezin ji darên zeytûnan şewitîn.

Li Efrînê plan û hewldanên MÎT’a Tirk ya ji bo guhertina demografiyê didome

Efrîn Post jî ragihand ku di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê, MÎT’a dewleta Tirk a dagirker derheqê kurdên li Efrînê mane biryarek nû dane

Li gorî biryara Mît’ê hemû kurdên karên wan bi Meclisên herêmî yên dagirkeriya Tirk hebin, divê di serî de serdana saziya wan ya ewlehiyê bike.

MÎT’a Tirk ji bo bi hêcetên bêbingeh kurdan tewanbar bike û wan ji Efrînê bide koçberkirin biryarên bi vî rengî derdixe.

Li Serê Kaniyê komên çete bi hev ketin-2 ji wan zarok, 3 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Back to top button