ji ber êşkenceya çeteyan sivîlekî 49 jiyana xwe ji dest da

Sûc û hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan bê navber didomin.
Li navçeya Şêrewa ji ber êşkenceya dagirkeran sivîlekî 49 salî jiyan xwe ji dest da. Li Efrîn û navçeyên wê 3 sivîlên din hatin revandin.

Ji bo koçberkirina şêniyên mane, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê rojane li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê- Sûrî ragihand ku ji ber êşkenceya çeteyan şêniyê bi nvê Mihemed Hisên Misto yê ji gundê Beyê yê navçeya Şêrawa jiyana xwe ji dest da.

15’ê Gulana borî, çeteyan Mihemed revand û di girtîgeha çeteyan a li gundê Îska de bi giranî hat êşkencekirin.

Li gorî Rêxistinê, 4’ê Hezîranê, ji ber îşkenceyê, Mihemed ê 49 salî jiyana xwe dest da.

Malbata Mihemed ji bo wergirtina cenazeyê wî ji nexweşxaneyê, milyonek lîreyê Sûriyê dan çeteyan.

Artêşa Tirk a dagirker sivîlekî ji gundê Çê revand

Malpera Afrînpost jî ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker şivanê bi navê Dêrsim Mihemed Elî Hemo yê 22 salî yê ji gundê Çê yê navçeya Raco revand.

Ji ber ew şivanê ku li gundê Avrazê dimîne, pezê xwe li derdorî gundê Çê diçêrand het revandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê Çê koçberkirin û gund veguharand bargeheke leşkerî.

Li navenda Efrînê û Biliblê 2 sivîl hatin revandin

3’ê Hezîranê, li navçeya Bilbilê çeteyên dewleta tirk yên dagirker şêniyê bi navê Ehmed Umer ê 33 salî yê ji gundê Kotana revand.

Li gorî Malperê li navenda Efrînê beriya heftiyekê jî, çeteyên şêniyekî bi navê Xelîl revand, heya niha jî çarenûsa her du sivîlan ne diyar in.

Li Efrînê ji bo madeyê hişbirê çeteyekî êrîşî dermanxaneyek kir

Li aliyekî din, li ser malpera Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan û malperên civakî dîmenek hat belavkirin.

Di dîmenê de xuya dib ku li bajarê Efrînê çeteyekî êrîşî dermanxaneyek dike û gule direşîne.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyekî girêdayî koma Sultan Murad a dewleta Tirk a dagirker, êrîşî dermanxaneya El-Hekîm a li nêzî çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê kir.

Li gorî Malperên civakî, ji ber dermansaz red kir ku bêyî reçeta bijîşk, dermanekî ku madeya hişbirî têde heya bide wî, çete êrîş kir û gule lê reşand.

Back to top button