Çekdarên Talîbanê 2 wîlayetên Efxanistanê xistin kontrola xwe

Bi despêkirina vekişîna hêzên DYA û NATO ji Efxanistanê, çekdarên Talîbanê dest bi kontrolkirina herêmên nû kirine.
Talîbanê, wîlayetên Gor û Uruzgan ên Efxanistanê xistin bin kontrola xwe.
Tenê di nava hefteyên dawiyê de ji ber êrişên Talîbanê 65 sivîl mirin û zêdeyî 100 jî birîndar bûn.

Bi despêkirina vekişîna hêzên DYA û NATO ku ji 1’ê Gulanê ve li Efxanistanê despêkirî re, şerê li herêmê dijwar bûye.

Waliyê Gor Abdul Zahir Faizzade di daxuyaniyeke çapemeniyê de got,

Çekdarên Talîbanê êrişî navçeya Gor Şahrek kirin.

Zahir Faizzade diyar kir ku hêzên ewlehiyê di encama êrîşê de ji navenda navçeyê vekişiyan.

Bi vê yekê re, herêm ket bin kontrola çekdarên Talîbanê.

Faizzade destnîşan kir ku amadekariyên operasyona vegerandina navçeyê dest pê kirine.

Li aliyê din, Berdevkê Walîtiya Uruzgan Emer Şirzad diyar kir ku piştî vê êrişê, çekdaran êrîşî navçeya Gizab a Uruzgan kir.

Çekdarên Talîbanê li vir jî karîn navendê kontrol bikin.

Şîrzad destnîşan kir ku êrîşa çekdaran ya doh êvarî li ser navçeya Chure ya Uruzgan hate têkbirin.

Talîbanê ji bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa li ser navçeya Gizabê de 65 hêzên Efxanistanê dîl hatine girtin.

Di demên dawiyê de çekdarên Talîbanê êrişên xwe yên li ser navçeyên ku hêzên rojavayî jê vekişiyayî zêde kirine.

Çekdaran ji serê meha Gulanê ve li seranserê welêt 8 navçe xistine bin kontrola xwe.

Di dawiyê de, çekdaran duh navçeya Kaysar a parêzgeha Faryab li bakurê welêt xistin bin kontrola xwe.

Du roj berê, navçeya Duab a eyaleta Nuristan ku li rojhilatê paytext Kabul, ketibû destê Talîbanê.

Her wiha Berdevkê Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Efxanistanê Rahmatullah Ender, 5’ê Hezîranê ragihand ku Talîbanê di meha Gulanê de hezar û 455 êrîş pêk anî.

Di van êrişan de jî herî zêde sivîlan êş ditin.

Ender dazanîn ku di encama êrişên çekdarên Talîban yên tenê di hefteya dawî de pêk aniyî, 63 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 126 jî birîndar bûn.

Back to top button