13 Baroyên Bakurê Kurdistanê banga betalkirina qanûnê kir

13 baroyên li Bakurê Kurdistanê bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir û xwestin Qanûna Înfazê ya li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e, belat bikin. 

Baroyên Amed, Wan û Mêrdîn di nav de, 13 baroyan bi daxuyaniyekê ku hemûyan li bin îmze kir, xwestin zagonê betal bikin.

Di Banga baroyan a ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat gotin ku, “ev qanûn tevî hemû nerazîbûnan hate qebûlkirin û bêyî raya giştî were agahdarkirin, ji 300 hezar girtiyên li girtîgehan, ji sêyan yek bi vê qanûnê hatin berdan”.

AKP’ê bi vê qanûnê re hemû serçeteyên mafya, firoşkarên madeyên hişbirê, kujer û diz berdan, lê girtiyên nexweş, rojnamevan û siyasetmedar ji mirinê re hiştin.

Melet: Ji bûyerên li girtîgehan biqewimin, AKP’Ê berpirs e

Serokê ÎHD’ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, “li girtîgehan, zêdeyî 200 hezar mirov hene ku hezar û 533 ji wan, girtiyên nexweş in” û destnîşan kir “ji bûyerên li girtîgehan biqewimin, wê AKP berpirs be.”

 

Back to top button