Şerê Sûdanê-piştî agirbestê dîsa şer derket

Piştî têkçûna gelek agirbestan, dawiyê agirbetsek bo 24 saetan bê binpêkirin derbas bû.
Navbeynkarên agirbestê Amerîka û Erebistana Siûdî amadekariya agirbesteke nû ya demdirêj dikin.
Rêxistinên navdewletî jî dibêjin, jimara qurbaniyan pir ji ya hatî ragihandin bilindtir e.

Piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan, pevçûnên tund li gelek deverên paytexta Sûdan Xurtûmê rû da.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, tenê 10 deqeyan piştî bidawîbûna agirbestê pevçûnên tund bi çekên giran di navbera her du aliyên şer de, derket.

Piştî nêzî 2 mehan, duh şemiyê yekemîn car li Xurtûmê şer bi temamî sekinî bû.

Vê yekê rê da welatiyan pêdiviyên xwe yên jiyanî yên sereke bidest bixin, tevî buhabûn û nepeydabûna gelek madeyan.

Amadekariyên agirbesteka demdirêj

Çavkanîne dîplomasî dibêjin, navbeynkarên vê agirbestê Amerîka û Erebistana Siûdî, li ser pêkanîna agirbesteke demdirêj dixebitin.

Lê her du navbeynkaran hişyarî da aliyên şer ku eger pabend nebin, dê hewildanên dîplomasî bi temamî bên rawestandin.

Girêdayî mijarê kenala Keniya ya fermî KBC ragihand, roja 12’ê Hezîranê, lîderên rojhilatê Afrîkayê, ji bo nîqaşkirina rewşa Sûdanê, dê li Djibouti bicivin.

Şerê li Sûdanê 15’ê Nîsanê di navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dest pê kir.

Li gorî daneyan di şer de heta niha bêhtirî 1800 kes hatine kuştin.

Lê rêxitinên navdewletî yên li ser erdê tekez dikin ku jimar pir ji wusa bilindtir e.

Her wiha li gorî rêxitina navdewletî ya penaberiyê ya girêdayî NY jî, 2 miliyon kes ji ber şer ji cih û warên xwe bûne, ji wan nêzî 476 hezaran, sînorên welêt derbas kirine.

Li Sûdanê şerê li ser herêmên leşkerî dewam dikin

Back to top button