Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, diyar kir ku ew ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê bi israr in û got:
Dewleta tirk 7 hezar û 500 çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra ji Sûriyê şandin Libyayê .
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî îro civîneke çapemeniyê li paytexta Misirê Qahîreyê li dar xist.
Ehmed El-Mismarî di civînê de li ser pêşdeçûnên dawîn ên leşkerî li welêt, destwerdana dewleta Tirk û şandina çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û El-Qaîde ji Lîbyayê re axivî.
Di despêka cîvînê de Ehmed El-Mismarî axivî û got.
“Erdogan xelîfeyê çalak ê terorîstan e û hejmareke mezin ji Tirk û çeteyên sûrî li Lîbyayê hatine kuştin.
El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û got:
Hêzên Tirkiyê stasyonên radar û moşekan li nêzî Mesrata û Miêtîqayê ava kirin.
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê piştrast kir ku tevahî petrol û gaza Lîbyayê niha di bin serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ne.
Ehmed El-Mismarî, destnîşan kir ku kesê êrişên terorî li Lîbyayê pêk tîne Tirkiyey e û wiha axivî:
Çeteyê bi navê Ebî El-Firqan wêneyên xwe li rex serokkomarê Tirkiyê, serok istîxbaratê û wezîrê parastinê belav kirine.
El-Mismarî bal kişand ser hejmara hêzên çekdar ên ku Erdogan ji Sûriyê şandine Lîbyayê û wiha anî ziman:
Hêjmara çeteyên Tirkiye şandine, gihîşt 7 hezar û 500’î.
Di navde hezar serbaz û ferdên Tirkiyeyê jî hene.
Fermandarê tevahî komên çeteyan milyonek dolar ji hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê wergirt.
Qedera terorên li Lîbyayê yan kuştin an jî xistina girtîgehê ye.
El-Mismarî: Tirkiyê heftiyane 300-400 çete dişîne Lîbyayê
Erdogan heftane ji 300 heta 400 çeteyî dişîne rojavayê Lîbyayê.
Nêzî 2 hezar terorên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî şandin.
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî herî dawî destnîşan kir ku nêzî 190 çete ji Lîbyayê revîn Ewropayê.
Li aliyekî din jî piştrast kir ku di nava cil û bergên çeteyên ku dewleta tirk ew şandine herêmê de dermanên hişbir û sembolên DAIŞ’ê yên li ser cilên wan, hatine dîtin.