KJK’ê ji bo Azîme Arsûn bang li PDK’ê kir

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê derbarê siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a li balafirgeha Hewlêrê hat binçavkirin de daxuyaniyek da.
KJK’ê bang li PDK’ê kir ku ji hesabên şaş ku ketiye nav vegere..
Her wiha bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê yekê xwedî helwest bin.

Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a KJK’ê, di der barê siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a li balafirgeha Hewlêrê hat binçavkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de KJK’ê hevkariya PDK’ê û MÎT’ê li balafirgeha Hewlêrê bi girtina Azîme Arsûn şermezarkir û got:

PDK’ê yê ku bertekên gelê me yê li dijî têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re ku ji bo bi temamî yekitiya neteweyî, hebûn û nirxên gelê Kurd ji holê rake, çi ji destê wê tê dike ji nedîtî ve tê, di vê mijarê de cesaretê dide dewleta Tirk a faşîst.

Divê PDK’ê piştgirîdayîna dewleta Tirk a faşîst û mêtînger berde..

Tavilê rêhevala me Azîme Arsûn serbest berde.

Divê bê zanîn ku ev muameleya dawî ya li hemberî Azîme tenê dilê dijminên Kurdan xweş dike.”

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê diyar kir ku têkiliyên hin hêzên ji Başûrê Kurdistanê ku li ser esasê şirîkatiya politikayên qirkirinê yên dewleta Tirk, bipêşxistin bi qasî trajîk e, xetere ye jî.

Nehiştina nêzîkatiyên bi vî rengî ku gelê me gelekî aciz dike, pêwîstiyeke neteweyî ye.

Divê bê zanîn ku ev kirina dawîn a li hemberî siyasetmedara jin a Kurd ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe daye, tenê dilê dijminên Kurdan xweş dike.

KJK’ê di berdewamiyê de diyar kir ku ev bûyer di demeke welê de wê weke hevkarî bê tomarkirin û ev bang kir:

Ji ber vê yekê em bang li hêzên berpirsyar ên vê bûyerê dikin ku ji hesabên xwe yên şaş vegerin..

Em bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê bûyerê xwedî helwest bin.”

KCK têkildarî Azîme Arsû ku li Hewlerê hate binçvakirin daxuyanî da

Back to top button