Li Kongoyê ..Di encama êrişa çeteyan de 30 kes hatin kuştin

Li Kongoyê çeteyan carke din komkujî pêk anîn.
Artêşa Kongo ragihand ku di encama êrişên çekdar û milîsan de li du herêmên rojhilatê welat herî kêm 30 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Kongo Jules Nungu ragihad ku çekdarên bi ser koma Zaîr duh êvarî ketin gundê Demas yê bajarokê Djgui li parzêgeha Ituri.

Di êrişê de, 22 sivîl kuştin û 15 kes bi giranî birîndarbûn.

Jules Nungu her wiha ragihand ku li herêma Pendpolî jî 8 kesên din jî hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Iturî di warê kanzayên zêr de dewlemende.

30 salin komên çekdaran di bin navê kontrolkirina kanên zêr de li herêmê terorê pêk tînin.

Her wiha li gorî bilançoya heyî 120 komên çekdarên cuda cuda li herêmê hene.

Back to top button