Êzîdiyên Efrînê serdana konê çalakiyê yê ji bo azadiya Rêber Apo li Şehbayê kirin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin..
Êzidiyên Efrînê îro serdana konê çalakiyê yê Şehbayê kirin.
Kongra Star li navçeya Til Rifet a Şehbayê ji bo rojbûna Rêber Apo civînek lidarxist û li Reqayê jî semînerek hat dayîn.

Li bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên li dijî tecrîdê ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin.

Konê Çalakîyê ku ji bo Azadiya Rêber Apo di 15’ê adarê li Şehbayê destpêkirî berdewam dike..

Îro jî Êzidîyên Efrînê serdana kon kirin.

Li bin konê çalakiyê nirxandinên Rêber Apo hatin guhdarkirin.

Endama Rêveberiya Yêkitiya Êzîdiyên Efrînê Sûad Hiso behsa êrîşên li ser Şengalê kir û got armanca dagirkeran tunekirina nasnemeya Êzîdiyan e.

Li aliyê din Kongra Star jî li navçeya Til Rifet a Şehbayê ji bo rojbûna Rêber Apo civînek li dar xist..

Bi sedan şêniyên navçeya Til Rifetê yê beşdarî civînê bûn, rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd pîroz kirin..

Di civînê de gelek axaftin hatin kirin û tecrîda giran ya li ser Rêber Apo hat şermezar kirin..

Her wiha hat diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber ew ê çalakî werin li dar xistin..

Tê payîn ku Kongra Star sibê li navçeya Şêrawa jî civînekê li dar bixe.

Li Reqayê semînerek hate lidarxistin

Li Reqayê jî Komîteya Azadiya Rêber Apo bi boneya rojbûna rêbertî semînerek li dar xist.

Bi dehan şêniyên Reqayê û endamên saziyên rêveberiya Meclisa Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Endama Komîteya Azadiya Rêber Apo Nisrîn Xelef axivî û diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya rêber Apo gelek herêm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê hatin rizgarkirin û rêveberiyên sivîl û xweser hatin avakirin.

Back to top button