Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Kanî Masî bombebaran kirin.
Ajansa RojNews’ê ragihand ku roja Pêncşemê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora saet 16:04’an, gundê Beşîlî yê girêdayî bajarokê Kanî Masiya Amediyê bombe kir.
Heman çavkaniyê diyar kir ku balafirên heman dagirkerî saet 16:12’an jî, derdora gundê Bazê bombebaran kir.
Her wiha hat diyarkirin ku tevger û bombardumana balafirên şer li ser herêma Metîna hebû.