“Malên hemû gundiyan hatin topbaran kirin”

Şêniyên gundê Ereb Hesen ê bakurê bajarê Minbicê diyar kirin ku hemû malên wan hatin topbarankirin û gotin: “Ji bo em xwe xilas bikin em ji malên xwe derketin.”

Şêx El Hemûd ê ji gundê Ereb Hesen ê Mezin têkildarî êriş û topbaranê got:

“Piştî nimêja berbangê, gund bê ser û ber hate topbarankirin.

Hemû malên gund hatin topbarankirin. Nêzî 200 top û moşek li gund ketin.

Tiştê me jiyan kiriye ji tiştên li Ukraynayê rû didin jî xirabtir in.

El Hemûd êrişa ku heta niha jî li dijî şêniyên herêmê berdewam dike, şermezar kir û got: “Ew kafir in, malên me xira kirin.”

Ciwanê bi navê Mihemed El Elî jî ev tişt anî ziman:

“Ji saetên serê sibehê de, gund bi dijwarî hate topbarankirin.

Şênî û zarok ji topbaranê tirsiyan, moşek li tevahî malan ketin. Şênî ji bo xwe rizgar bikin, ji malên xwe derketin.

Em nizanin çi ji me dixwazin.

Artêşa dagirker careke din gundewarê Minbicê topbaran kir

Back to top button