Hêzên Îranê 2 kolber birîndar kir

Hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar kirin.

Hêzên Îranê doh li ser sînorê Newsûd a Rojhiilatê Kurdistanê gule li komek kolber reşand.

Di encama gulebaranê de kolberk birîndar bû, navê wî nehat bidestxistin.

Li ser sînorê Bane jî hêzên Îranê komeke din ê kolberan kirin armanc û kolberê bi navê Serkewt Mîrzayî birîndar bû.

Hat zanîn ku Serkewt beriya niha bi çend mehan jî careke din ji aliyê heman hêzê ve birîndar bibû.

Back to top button