Bi taybetî jin û ciwan, Kurdistanî ji bo parastina rûmet û axa xwe berê xwe didin nava refên gerîla.
Li Behdînanê 9 ciwanên têkoşer tevlibûna xwe ya nava gerîla ragihandin.
Koma Ciwanên ku ji Kurd û Ereb pêk tên, bi daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarbûna xwe ya nava gerîla eşkere kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û gotin:
“Ev xeta şehîdên me ye, em ê heta serkeftinê bi vê xetê bimeşin.
Weke ciwan em dixwazin bersivê bidin şehîdên xwe, em ê xeyalên wan pêk bînin.”
Di daxuaniyê de, bang li hemû ciwanan hate kirin ku tevlî vê meşa azad bibin û berê xwe bidin nava refên partiya mirovahiyê.
Her wiha li dijî faşîzm û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelan jî banga têkoşîna hevpar hate kirin.