30 welatên IAEA li dijî Îranê biryar girtin

Di demekê ku Tahranê hêviyên xwe bi peymana nukleerî ya Îranê ve girêdayî de, aloziyek nû derket.
Di dengdana ku li Diwana Rêveberir a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) pêk hat de, bi dengên 30 welatên endam, li dijî Îranê biryar hat dayîn.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) Viyanayê Mikhail Ulyanov li ser Twitterê daxuyand ku pêşnûme bi 2 dengên “na” û 30 dengên “erê” li hemberî 3 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Di biryarnameya ku li dijî Îranê hat dayîn de, hat diyarkirin ku Dîwana Rêvebiriyê bi xurtî piştgirî da xebatên Diwana Rêveberir a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) yên ji bo dewama aştiyane ya bernameya nukleerî ya Îranê.

Ji ber 3 herêmên ku Îranê ji bo ajansê diyar nekirî û dîtina xebatên nukleerî yên li van navendan hate bibîrxistin.

Di vê çarçoveyê de îşaret bi girîngiya hevkariya Tahran ya bi ajansê re hate kirin.

Di biryarnameyê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên heta niha di çarçoveya rêkeftina çavdêriya garantiyê de nehatine çareserkirin, Ajans amade ye li gel Îranê kar bike.

Bang li Îranê hate kirin ku li gorî pêşniyara Rêveberê ajansê Rafeal Mariona Grossî ya bo çareserkirina pirsgirêkan di zutirîn demê de gavan biavêje.

Di 5’ê Adarê de di navbera Îran û ajansê de peymanek hat îmzekirin.

Armanca sereke ya peymanê çareserkirina pirsgirêkên girêdayî van sê cihan a bo hevkariyê bû.

Hat diyarkirin ku Îran wê li gor daneyên teknîkî bersiva pirsên ajansê yên derbarê cihên navborî de bide.

Ajans jî wê ravekirinên Tehranê binirxîne û daxuyaniyên pêwist bide.

Grossî di daxuyaniya xwe ya 6’ê Hezîrêna de ragihand ku Îranê di warê teknîkî de, bersivên qanîkirina sê cihên navborî nedaye, ev pirsgirêkek cidî ye û divê were çareserkirin.

Back to top button