Mihemed Emîn Pêncwênî: PDK nexşeya AKP li dijî Kurdan bi cih tîne

PDK rojane hêzên çekdar vediguhêze qadên gêrîla û amadekariya şerekî navxweyî dike. Ev yek di nava xelkên Başûrê Kurdistan de nerazîbûnek ava kiriye û li dijî şerê navxweyê derdikevin. Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku PDK nexşeya AKP û MHP’ê li dijî Kurdan bi cih tîne. Şêniyêna navçeya Ranyayê jî li dijî şerê navxweyî derket û anî ziman ku ev şer wê herî zêde zirarê bide PDK’ê.

Niha li Başûrê Kurdistanê gotegotên şerê navxweyî dest pê kiriye..

Ev yek di nava Kurdan de, nerazîbûneke mezin ava kiriye. Xelkên Başûrê Kurdistanê naxwazin di navbera PKK û PDK’ê de şer derkeve.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî jî li dijî şerê navxweyî bertek nîşan da û diyar kir ku ev şer bicihanîna nexşerêya dewleta Tirk e û peywendiya xwe bi PKK’ê re nîne.

Pênecwênî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava bi bîr xist û got:

“Dewleta Tirk çawa Rojavayê Kurdistanê dagir kir, niha dixwaze Kerkûk jî di serî de hemû Başûrê Kurdistan dagir bike, ev plan ji bo wê ye”.

Pencwînî teqez kir, eger şereke navxweyî derkeve, wê Başûrê Kurdistanê têk biçe an jî vegere serdema hikûmeta Sedam.

Mihemed Pehcwênî bang li gelê Kurd, taybet li partiyên siyasî kir ku li hember vî şerê rabin û nehêlin şerê navxweyî bi pêş keve.

Şêniyên Ranyayê: Ev şer wê herî zêde PDK’ê bide wendakirin

Çalakvan, rojnamevan û niştecihên navçeya Ranyayê jî li dijî şerê navxweyî derketin.

Çalakvanê Civaka Sivîl Îbrahîm Feyzullah diyar kir ku dewleta Tirk, PDK’ê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve bi xwe ve girêdaye û şer bi destê Tirkan tê kirin.

Rojnamevan Diyarî Mihemed jî, sedema nakokiyên nava Kurdan, bi parçebûna wan bixwe ve girêda.

Li gorî Mihemed, eger Kurdan yekîtiya xwe ava bikirana, wê rewş nehata vê astê.

Şêniyê bi navê Asos Osman jî diyar kir ku divê şer li hember dewleta Tirk a dagirker, ne li hemberî hêzek Kurdî were kirin.

Osman da zanîn ku wê herî zêde PDK ji vî şerî zererê bibîne û divê Barzanî ji bo rawestandina şer bi rola xwe rabe.

Back to top button