Dewleta Tirk li Lîbyayê ji bo piştgiriya Wîfaqê 260 çeteyên din hatin şandin

Bi nêzîkbûna Kongreya Berlînê ya ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê, destwerdana dewleta Tirk a Lîbyayê dewam dike.

Tê gotin, dewleta tirk 260 çeteyên din ji bo Lîbyayê şandiye.

Her wiha Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ew rola dewleta tirk ya di danustandinên ji bo aştiyê de red kir û dewleta tirk bi dijminahî binav kir.

Piştî danûstandinên aliyên Lîbya li Moskovayê ku bi sponseriya Rûsya û Tirkiyê pêk hat û bibinket, Almanya ragihand ku wê 19’ê mehê ji bo çareseriya giştî ji aloziya Lîbyayê re, kongreyek li Berlînê lidar bixe.

Bi nêzîkbûna vê kongreyê jî, hê jî destwerdana berbiçav ya dewleta Tirk di karûbarên Lîbyayê dewam dike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Miovan ragihand ku 260 çeteyên din yên dewleta Tirk vê sibehê gihiştin paytexta Lîbyayê Terablusê.

Li gorî çavdêriyê, hejmara çeteyên ji bo Lîbyayê hatine şandin, gihişte 2 hezar çete yî.

Beriya niha jî hatibû ragihandin ku 5 çete li ser xaka Lîbyayê hatine kuştin.

DESTWEDANA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ
ARTÊŞA NIŞTIMANÎ: DEWLETA TIRK DIJMINÊ ME YE

Ji aliyê din ve, Fermandarekî di Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de Xalid Mehcûb ragihand ku Artêşa Niştimanî bi ti awayî rola dewleta Tirk ji bo danûstandinên aştiyê qebûl nake.

Fermandar Xalid Mehcûb ji tora El-Erebiye Net re axivî û wiha got:

“Dewleta Tirk dijminê me ye.

Ji bo şerê li Lîbyayê bidomîne, leşkerên xwe tevî çeteyên terorîst dişîne welêt.”

ALOZIYA LÎBYAYÊ – KONGREYA BERLÎNÊ
YÛNANISTAN: EM HÊVÎ JI HEFTER DIKIN, JI BO DAWIYA ŞER HELWESTEKE ERÊNÎ BIDE

Duh fermandarê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter berê xwe da Yûnanistanê û îro bi berpisrên hikûmetê re civiya.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dundas hêvî ji Hefter kir ku di Kongra Berlînê de ji bo dawiya şer helwesteke erênî bide.

Yûnanistan li ser tifaqa navbera dewleta Tirk û hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê jî berteke xwe nîşan da û ragihand ku ger tifaqa nerawa betal nebe, ew ê “Vetoyê” li dijî hemû biryayên Kongreya Berlînê bi kar bînin.

ALOZIYA LÎBYAYÊ – KONGREYA BERLÎNÊ
JI BO KONGREYÊ 11 DEWLET BEŞDAR DIBIN

Ji aliyê din ve, serokê Rûsya Vladimir Putin bi riya telefonê bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re axivî û têkildarî Kongra Berlînê nîqaş kirin.

Angela Merkel beriya niha ragihandibû ku tevî aliyên Lîbyayê wê 11 dewlet li kongreyê amade bin û navê wan dewletan ji wiha ne:

Amarîka, Rûsya, Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Çîn, Îtalya, Misir, Îmarat, Cezayîr û Kongo, tevî nûnerên Netewên Yekbûyî, Yektîtiya Ewropa, Yekîtiya Afrîka û Komkara Erebî.

Serokwezîrê Yûnanistanê ji bo nebeşdariya welatê wî di vê kongreyê de berteka xwe nîşan da.

Tê payîn ku di Kongreya Berlînê de agirbest û qedexekirina şandina çekan ji bo Lîbyayê, tevî parastina deverên petrolê li welêt werin nîqaş kirin.

Leave a Reply

Back to top button