Konseya Ewlekariyê ya NY banga aramiyê li aliyan kir

Rewşa aloz ya li Iraqê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY ve jî di nava fikaran de tê şopandin.
Konseyê ji aliyên siyasî daxwaz kir ku bi awayek aştiyane nakokiyên xwe çareserbikin xwe ji tundutijiyê durbixin.

Konseya Ewlekariyê ya NY di derbarê bûyer û tundutijiyên çend rojin li Iraqê diqewimin daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew tundutijiyên navbera 29-30’ê Tebaxê li Iraqê rûdayîn şermezardikin û cihê xemgîniyê ye ku kuştî û birîndar derketibûn.

Her wiha hat diyarkirin ku ew ji hewlên hikumetê yên ji bo parastina sîstemê agahdarin.

Konseya Ewlekariyê ya NY ji aliyên siyasî xwest ku bi awayek aştiyane nakokiyên xwe çareserbikin û wiha hate gotin:

“Arambin û xwe nasbikin, rêz li serweriya yasayê bigrin, mafê civaka aştiyane biparêzin û xwe ji tundutijiyê dur bixin.

Her wiha banga aliyên daxwaza dawî anîna tundutijiyê dikin erênî dibînin.”

Di 29-30’ê Tebaxê de piştî xwe vekişandina Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir a ji proseya siyasî, alîgirên Tevgera Sedir bi çekan daketin kolanan.

Di encama şerê rûdayî de, 30 kes hatin kuştin û bisedan jî birîndar bûn.

Back to top button