Seul: Koreya Bakur lez daye xebata çekên nukleerî

Rêveberiya Koreya Başûr ji bo bêçekirina Koreya Bakur hemû rê û rêbazan bikar tîne.
Ev 10 salin bi nava “Foruma Parastina Seul” kesên pispor yên li cîhanê lihev dicivîne.
Lê tevî vê heta niha ji Koreya Bakur kes beşdar nebûye.
Hemwextî nêzbûna dema forumê, rêveberiya Seulê got,
Pyongyan lez daye xebatên xwe yên çekên nukleerî.

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur lez daye xebatên xwe yên li ser çekên nukleerî.

Alîkarê Wezîrê Parastinê Shin Beomchul got:

“Koreya Bakur xebatên xwe yên li ser çekên nukleerî bileztir dike ji ber ku faktorên jeopolîtîk ên wekî şerê Ukraynayê û hevrikiya stratejîk a Amerîka-Çîn zêde dibin.”

Alîkarê Wezîr Shin ji ajansa Associated Press (AP) beriya Forûma Parastinê ya Seulê axivî.

Shin got,

Çîn û Rûsyayê bi NY re têkildarî tundkirina cezayên ser Koreya Bakur bertekên xwe tund kirine.

Forûma Parastinê ya Seulê wê navbera 6-8’ê Îlonê de were lidarxistin.

Di forumê de wê mijarên weke bêçekirina Koreya bakur were gotûbêjkirin.

Shin da zanîn ku rikberiya navbera Amerîka-Çîn û şerê li Ukrayna pirsgirêka nukleerî ya Koreya Bakur û hewldanên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî asteng dike.

Shin teqez kir ku mifteya bêçekkirina Koreya Bakur di destê Çîn û Rûsyayê de ye.

Ji 2012’an ve Foruma parastina Seulê tê lidarxistin.

Lê ji wê demê ve heta niha Koreya Bakur bi carekê jî beşdar nebûye.

Forum dê karbidestên berevaniyê yên bilind û pisporên ji zêdetirî 50 welatan bicivîne.

Back to top button