Tirkiyê balfireke Rejîmê xist xwarê

Li Idlibê artêşa dewleta Tirk balafireke rejîma Sûrî anî xwarê. Her wiha piştî wê, rejîmê ragihand ku hêzên wê jî balafireke dewleta Tirk li derdora Seraqibê xistiye. Li balafirgeha Teftenaz a leşkerî jî di êrîşeke rejîmê de, leşkerekî din ê dewleta Tirk hat kuştin.

Bi germbûna danûstandinên siyasî derbarê Idlibê de, şerê li Idlibê jî germtir dibe.

Şerê navbera rejîma Sûrî û artêşa dewleta Tirk de, ji şerê bejahî vediguhere şerê esmanî û xistina balafiran.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê diyar kir ku wan balafireke şer a rejîmê xistiye xwarê.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûrî jî ev yek piştrast kir û diyar kir ku balafira ku hatiye xistin li herêma Cebel Zawiya li başûrê Idlibê bû.

Rejîma Sûrî balafireke bêmirov a dewleta Tirk xist xwarê

Piştî wê, rejîma Sûrî teqez kir ku wan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk li derdora bajarokê Seraqibê li Idlibê xistine xwarê.

Di dîmenekî ku çeteyên dewleta Tirk belav kiriye de, ajokarê balafira rejîmê ku bi destê dewleta Tirk hat xistin, kuştî xuya dike.

Çeteyên dewleta Tirk bi termê ajokarê balafira Rejîmê lîst

Lê piştî ku çeteyên dewleta Tirk ajokar dîtin, dîsan kiryarên xwe yên der-mirov pêk anîn û bi termê ajokar lîstin.

Wekî ku di dîmen de diyar dibe, çeteyan guh û pozê ajokar jêkirine û rûyê wî êşkence kirine.

Yekşema borî jî, dewleta Tirk li Idlibê 2 balafirên şer ên rejîmê anîbûn xwarê.

Li hember wê jî rejîmê gelek balafirên bê mirov yên dewleta Tirk xisitn xwarê.

Her wiha rejîma Sûriyê jî girtina qada asîmanî ya Idlibê ragihandibû.

Leşkerekî din ê Tirkiyê hat kuştin

Li aliyekî din piştî kuştina bêhtirî 34 leşkerên dewleta Tirk li Idlibê, li balafirgeha Teftenaz a leşkerî di êrşleke rejîmê de, leşkerekî din ê dewleta Tirk hat kuştin û 3 din birîndar bûn.

Back to top button