Koçber dibin qurbana şantajên Erdogan

Dewleta tirk a ku dixwaze koçberan weke gefa ewlehiya Ewropayê bikar bêne îro rastî bertekên tund hat. Yunanîstanê, dewleta tirk bi binpêkirina qanûnên navnetewî binav kir û Serokwezîrê Awusturyayê jî kiryarên dewleta tirk bi şantaja li dijî Ewropa binav kir.

Li aliyê din veguhestina penaberan ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi sînorê bi taybet jî Yunanistanê dewam dike.

Koçberên ku bune amûrê şantaja Erdogan ya li dijî yekîtiya Ewropayê, ji bejahî û li ser behrê hewl didin derbasî yuwnanistanê bibin.

Li ser Deryaya Egeyê, hêzên parastina pêravan yên Yunanî, bi tundî destwerdana keştiyên koçberan dikin.

Ji ber destwerdana tund a hêzên Yunanî, gelek koçber birîndar bûn.

Wezareta karên derve ya Yuwnanistanê diyar kir ku dewleta Tirk bi vekirina deriyên sînorên xwe ji bo derbasbûna koçberan, koçberan weke amûrê şer bikar tîne.

Wezaretê da zanin ku dewleta Tirk bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî yên derheqê koçberan de binpê dike.

Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz, helwesta dewleta Tirk weke ‘şantaja li dijî ewropayê’ binav kir.

Kurz got:

Ev êrişek Tirkiyê li dijî yekîtiya Ewropa û Yuwnanistanê ye.

Ji bo zextê li Ewropa bikin koçberan bi kar tînin’.

Komîserê Koçberan a Yekîtiya Ewropayê Margarîts Schînas jî duh nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan a bikaranîna koçberan dabû û gotibû: “Tu kes nikara şantajan bi Yekîtiya Ewropayê bike.

Serokwezîra Alman Angela Merkel jî da zanîn ku ewê zextên Tirkiyê ya bi ser koçberan re li dijî yekîtiya ewropayê qebûl nekin.

Li gel vê yekê Merkel piştgirî da daxwaza dewleta tirk a li ser xaka sûriyê avakirina qaşo herêmên bi ewle ji bo koçberan.

Nûnerê bilind yê kar û barên têkiliyên derve yê yekîtiya ewropayê Joseph Borrel û komîserê ji birêvebirina krîzan berpirsyar Janez Jenarcic, ji bo krîza koçberan û rewşa mirovî ya li Idlibê bi rayedarên tirk re niqaş bikin, çûn Enqere.

Back to top button