HPG: LI GEVERÊ 13 LEŞKERÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk a dagirker êrîş û operasyonên xwe yên dagirkeriyê zêde kirine. Lê di van êrîş û operasyonan de rastî berxwedaniyên hêzên Gerîla tên. Herî dawî Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Gever a Colemêrgê derbek giran li leşkerên Tirk dan. Di encama çalakiya bi bandor de 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên hêzên xwe eşkere kir.

HPG’ê dest nîşan kir ku çalakiyên wan di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya û Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê:

29’ê Tîrmehê saet 10:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek hat lidarxistin.

Lê hejmara kuştî û birîndaran ne hat naskirin.

Heman rojê saet 11:30’an konvoya zirxî ji Qreqola Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve diçû bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên Gerîla.

Wesayîteke zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin.

Roja 28’ê Tîrmehê jî li wesayîta ku alavên leşkerî ji qereqola Şûxa ya navçeya Berwarî ya Sêrtê re dibir hat xistin.

Bi serketî li wesayîta dijmin hat xistin, lê hejmar ne tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker herêm bomebaran kir û agir pêket.

HPG’ê diyar kir ku ji ber bombebarana 27’ê Tîrmehê li herêma gundê Cangiza yê navçeya Tetwan a Bedlîsê 4 hevalên wan şehîd bûn.

Leave a Reply

Back to top button