Almanya, AKP hişyar kir: Li vir cih ji kînê re nîn e

Di demeke ku hilbijartina li Tirkiyê nêz dibe de, wekîlê AKP’ê Mûstefa Açikgoz li Almanya gotinên nîjadperestî kir.
Wezareta Karên Derve ya Almanya li ser vê yekê wekîlê AKP’ê hişyar kir û got:
Li welatê me cih ji gotinên nefretê re nîne, kampanya hilbijartinê jî tenê bi destûrê dikare bê kirin.”

Almanya bi rêya Sefaretxaneya Tirk a Berlînê bertekên tund nîşanî axaftina Parlamenterê AKP’ê Mûstafa Açikgoz a li Neussê da û bi gotinên tund Enqere hişyar kir.

Wezareta Karê Derve ya Almanyayê ragihand ku îro “Balyozxaneya Tirkiyê” bo wezaretê hatiye vexwendin û Enqere jî hatiye hişyarkirin ku bûyerên mîna yên li Neussê dubare nebe.

Wezaretê li ser Twitterê însiyatîfa xwe ya dîplomatîk eşkere kir û peyama “Li Almanyayê cihê provokasyon û gotinên nefretê nîne” parve kir.

Hişyarî “li gorî rêgezên lîstikê bileyîzin”

Di daxuyaniyê de her wiha hat bibîrxistin ku Sefaretxaneya Tirk a li Berlînê jî bi bîr xist ku siyasetmedarên Tirk tenê bi destûra Wezareta Karên Derve ya Almanyayê dikarin çalakiyên hilbijartinê li welat pêk bînin.

Hate destnîşankirin ku ev yek “bêyî şaş têgihîştin” hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Eger nûnerên Tirkiyê li gorî rêzikên lîstikê tevnegerin, em neçarin encamên vê binirxînin.”

Açikgoz çi gotibû?

Wekîlê AKP’ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz di 13’ê Çileya 2023’an de li mizgefteke li bajarê Neussê ku komên faşîst ên Tirk lê bûn, bi gotinên nefretê êrîş biribû ser Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan.

Di dîmen de ku li medya dîjîtal hate weşandin, Açikgoz bi gotina ‘Em ê nehêlin ku ew li Almanyayê bijîn” gef li Kurdan û muxalîfên li Almanyayê xwaribû.

Rêveberiya Berlînê sala 2017’an di dema referandûmê de ji bo pêşî li kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan a li Almanyayê bigire, bi navê “Partiyên biyanî nabe li welatê me karê hilbijartinê bikin” qanûneke taybet derxistibû.

Piştî Almanyayê li welatên din ên Ewropayê jî qanûnên bi heman rengî hatibûn amadekirin.

Back to top button