Lîbya..Di êrîşên li ser baregeha Wetiya de, pergaleke parastinê ya Tirkî hat rûxandin

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, 9 êrîşên asmanî birin ser baregeha Wetiya û pergaleke parastinê ya dewleta Tirk rûxand. Her wiha wezareta derve ya Amerîkayê jî dibêje, ew hemû destwerdanên derve li Lîbyayê red dike.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, çend êrîşên asmanî birin ser baregeha Wetiya û pergaleke parastinê ya dewleta tirk rûxand.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku, derengiya şeva borî, artêşa niştimanî 9 êrîşên asmanî li dijî pergala parastinê ku Tirkiye di dema dawî de li baregeha Wetiye bi cih kiribû, pêk anîn.

Çavkaniyê teqez kir ku pergala parastina asmanî ya Tirkî ya ji celebê Hawk ji kar hat derxistin, her wiha 3 radar jî bi temamî hatin rûxandin.

Tê zanîn, piştî vekişandineke tektîkî ya artêşa niştimnî ji baregeha Wetiya, çeteyên dewleta Tirk ev baregeh kontrol kir.

Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk 15300 çete şandiye Lîbyayê

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku dewleta Tirk nêzî 15300 çete ji Sûriyê şandiye Lîbiyayê.

ji wan 300 zarok in.

Çavdêryê da zanîn di şerê Lîbyayê de 459 çete ji wan 30 zarok hatin kuştin.

Amerîka: Em çi destwerdaneke leşkerî li Lîbyayê red dikin

Li aliyekî din, berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Geraldine Griffith ragihand ku Amerîka çi destwerdaneke leşkerî li Lîbyayê red dike.

Griffith teqezî li ser rawestandina şerê li Lîbyayê di çarçoveya danûstandinên leşkerî yên bi serperiştiya NY kir û banga rêzgirtina biryara NY ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê kir.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku, divê rawestandina hilberîna petrola Lîbyayê bi dawî bibe, da ku bihane ji ti dewleteke biyanî re çênebe ku karekî leşkerî pêk bîne.

Back to top button