Şepêla Hikme ya Nîştimanî: Êrîşên Tirkiyê, mafên mirov û qanûnên navneteweyî binpê dikin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, bertek, çalakî û nerazîbûn her didomin. Her wiha bangên yekdengî û yekhelwestiya gel, partî û aliyên aiyasî jî dewam in. Hikumeta Iraqê jî nameyeke şermezarkirinê radestî balyozê dewleta Tirk ê li Bexdayê kir.

Berpirsiyarê Şepêla Hikme ya Nîştimanî ya şaxê Silêmaniyê Samî Şêx Hesen, êrîş û bombebaranên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Samî Şêx Hesen der barê binpêkirinên Tirkiyê de got:

“Tiştên ku dewleta Tirk û Îran dikin, derbaskirina sînor û binpêkirina mafên mirov û qanûnên navneteweyî ne. Em dagirkeriyê napejirînin û divê çareseriya aştiyane hebe.”

Berpirsiyarê Şepêla Hikme diyar kir ku helwesta wan yekalî ye û anî zimên, ew di nava hewldanan de ne ku bi tevahî aliyan re guftûgoyan bikin.

Çalakvanên Hewlêrê: Divê gelê Kurd aliyê neteweyî bingeh bigire

Çalakvanên Civaka Sivîl ên navçeya Rewandizê ya Hewlêrê jî, bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê, aliyê neteweyî bingeh bigirin, çalakiyên sivîl li dar bixin û xwedî yek helwest bin.

Çalakvanan her wiha diyar kir ku divê palamenterên Kurd ên li Parlamena Iraqê, fişarê li hikumeta Iraqê bikin, da ku êrîşên dagirkeriyê rawestînin.

Çalakvanan anî zimên:

“Divê partiyên Kurdî, dev ji berjewendiyên partîtî, aborî û kesayetî berdin û tenê ji bo berjewendiyên neteweyî kar bikin.”

Ciwanên Binarê Qendîlê, tevlîbûna xwe ji bo pêngava seferberiya heftanînê ragihand

Di heman çarçoveyê de, Ciwanên Binarê Qendîlê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji bo Pêngava Seferberiya Heftanînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê, ragihand.

Ciwanan da xuyakirin ku, ew bi hemû hêz û baweriya xwe amade ne ku li dijî dagirkeriyê bisekinin.

Hikumeta Iraqê, nameyeke şermezarkirinê radestî balyozê dewleta Tirk kir

Girêdayî mijarê, hikumeta Iraqê nameyeke şermezarkirinê radestî balyozê dewleta Tirk ê li Bexdayê kir.

Berdevkê hikumeta Iraqê Ehmed Mele Telal da zanîn ku Bexda, êrîş û destdirêjiya Tirkiyê bi tundî şermezar dike û got:

“Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, wê mafê Iraqê hebe ku êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk red bike.”

Back to top button