Soygu: Jimara leşkeran wê bigihînin 1,5 mîlyonî

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku jimara leşkerên di artêşê de wê bibe 1,5 mîlyonî.

Sergey Şoygu di hevdîtina bi rayedarên wezaretê re diyar kir ku wê ji niha heta 2026’an di personelên artêşê da guherînên mezin bên kirin.

Şoygu da zanîn ku ji bo berfirehkirina personelên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê, divê hemû çalakî di plansaziyeke berfireh de bên berhevkirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê anî ziman ku wan ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara zêdekirina hejmara leşkerana bû 1,5 mîlyon girtiye.

Sergey Şoygu got:

“Parastina ewlekariya leşkerî ya dewletê û parastina herêmên nû û tesîsên krîtîk ên Federasyona Rûsyayê tenê bi xurtkirina pêkhateyên bingehîn ên artêşê pêkan e.”

Şoygu bal kişand ku wê di artêşê da 2 herêmên nû yên leşkerî yên stratejîk ên bi navê “Moskow û Lenîngrad” bên avakirin û ev tişt anî ziman:

“Li herêmên nû yên Federasyona Rûsyayê wê hêzên xwebexş bên avakirin.”

Putin bi biryara ku par îmze kiribû heta sala 2023’an jimara eskeran bi 137 hezarî zêde kir û derket 1 milyon û 150 hezar û 623’an.

Back to top button