Hemwextî civînê Tirkiye idîa kir ku 5 leşkerên wê li Idlib hatin kuştin

Piştî binketa hevdîtina duh, îro careke din Rûsya û dewleta Tirk li Enqereyê ji bo rewşa Idlibê civiyan.

Lê hemwextî civînê Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dijwar birin ser herêmên rejîma Sûrî.

Her wiha dewleta Tirk idîa kir ku di êrîşeke rejîma Sûrî li Teftenaza Idlibê 5 leşkerên wan hatin kuştin.

Piştî kuştina leşkerên dewleta Tirk, bi awayekî lezgîn Erodgan bi wezîrê parastinê yê dewleta tirk re civiya.

Ji bo rewşa Idlibê aliyên garantor Rûsya û dewleta Tirk îro dîsan li Enqereyê hevdîtin pêk anîn.

Lê Hemwextî civînê, wezareta Parastinê ya dewleta Tirk idîa kir ku di êrîşeke rejîma Sûrî li ser nuqteyeke wan a li Teftenaza Idlibê, 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Ragihandina dewleta Tirk destnîşan kir ku piştî kuştina leşkerên Tirk, serokê deweta Tirk Erdogan bi wezîrê parastina xwe re civîneke awarte li dar xist.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe êrîşên giran birin ser rejîmê

Di nava agahiyên ku ew ê êrîşke mezin li dijî rêjîma Sûrî li Idlibê pêk bînin de, dewleta Tirk û çeteyên wê, êrîşên giran birin ser rêjîmê.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi mûşekan deverên rejîmê li bajarokê Seraqib û gundên derdora wê kirin hedef.

Îro jî, Çavdêriyê ragihandibû ku tevgereke leşkerî ya artêşa Tirk li Neyrebê hebû û xwe ji êrîşeke mezin li dijî rêjîmê re amade dike.

Dewleta Tirk nuqteyeke din li başûr – rojhilatê Idlibê ava dike

Hat ragihandin ku 100 maşîneyên din ên Tirkî derbasî derdora bajarê Idilibê bûn û berê xwe da devera “Til Qimînas” a başûr Rojhilatê Idlibê, ku li wir Tirkiyê navendeke din ava dike.

Şandina van piştgiriyên leşkerî hemwextî gefên dûbare yên dewleta Tirk li dijî rejîmê pêk tên.

Wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çauşoglu di kongreyeke çapemeniyê li gel hempîşeyê xwe yê Slovenyeyî got:

Tirkiye: Beriya niha me gotibû em ê ya pêwîst bikin

Beriya niha me tekez kiriye ku eger êrîşên rejîmê dewam bikin em ê ya pêwîst bikin.

Ji 24’ê Çileyê borî ve rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê derdora 600 KM çargoş li Idlib û gundewarê Helebê kontrol kir.

Di encam de heta niha 8 nuqteyên dewleta Tirk ji aliyê rejîmê ve hatin dorpêçkirin.

Têkilarî van nuqteyan duh wezîrê parastinê dewleta Tirk Hlûsî Akar diyar kiribû ku eger rejîm veneger sînorê hevpeymana Sûtçî ew ê planên ” B – C” li Idlibê bikin meryetê.

Balkêş e ku ev yekem car e dewleta Tirk asta gefên xwe li dijî rejîmê wisa bilind dike û piştigiryeke mezin a leşkerî ku derdora 6 hezar leşker û bêhtirî 1450 alavên leşkerî dişîne Idlibê.

Ev yek jî piştî ku hegemoniya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên bi navê ”Kêmşer” têk çû.

Back to top button