Rojîn Mukiryanê: Ji bo aştiyeke cîhanî pêwîstî bi azadiya Ocalan heye

Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr.Rojîn Mukiryan bang çalakvanên mafên mirovan û azadîxwazan kir ku li hember tecrîda li dijî Rêber Apo xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin.
Akîvîsta kurd Bariş Karaagar jî derbarê heman mijarê got: Di şexsê serokatiyê de xwestin gel tûne bikin.
Divê her kes li dora têkoşînê bibe yek û bangên bi destxistina azadiya fîzîkî bikin.

Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr Rojîn Mukiryanê derbarê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Dr.Rojîn Mukiryanê diyar kir ku Rêber APO roleke sereke di şoreşa rizgariya jinan û gelan lîst.

”Rêber Apo feylezofê zindîkirina nasnameya Kurd e”

Rojîn Mukiryanê da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan li tirkiyê û hemû parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji pişaftinê rizgar kir.

Rojîn Rêber Apo bi feylesûfê zindîkirina nasnameya Kurd bi nav kir û got:

”Di rastiya xwe de Ocalan kesek e ku dirûşma jin, jiyan, azadî afirandiye û formûle kiriye.

Ocalan feylesof e ku careke din nasnameya Kurd zindî kir.

Em ji bîr nekir dema ku PKK hate damezrandin, ne tenê dewleta Tirk, her wiha Kurdan jî hebûna xwe înkar dikir û nasnameya xwe red dikir.”

”Li hember bêedaletiya li dijî ocalan emê tê bikoşin”

Rojîn her wiha destnîşan kir ku ji ber ferzkirina tecrîda giran li dijî Rêber APO ew ji rewşa wî ya tendurûstî bi fikarin.

Siyasetnas û çalakvana mafên mirovan Dr Rojîn Mukiryan bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî:

”Erka me ye ku em li hember bêedaletiya li dijî Ocalan tê bikoşin û fişarê bixin ser dewleta Tirk.

Ji bo aştiyeke hertimî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn û heta ji bo cîhanê jî azadiya Ocalan pêwîst û çarenûsaz e.

Ji ber ku fikirên Ocalan fikirên rizgariyê ne.”

Bariş Karaagar banga bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir

Aktîvîsta jin a Kurd Bariş Karaagar jî derbarê heman mijarê de got:

Di şexsê serokatiyê de xwestin gel tûne bikin. êrîşên li hember Kurdan gerdunî bûn.

Bariş Karaagar di dewamê de da zanîn ku di salên dawî de li ser paradîgmaya Rêber Apo li ser astên Cîhanî tên nîqaş kirin û wiha dewam kir:

”Êrişên li hember serokatiyê di esasa vê paradîgmayê de ye.

Ev ne tenê qirkirinek fizî û êrişeke. Ev êrişeke li dijî felsefe ye.”

Aktîvîsta jin a Kurd Bariş Karaagar di dawiyê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

Back to top button