Kongra Star bi boneya Roja Gelên Xwecih daxuyaniyek da

Kongra Star bi boneya Roja Gelên Xwecih daxuyaniyek da û diyar kir di têkoşîn û berxwedana xwe de em xwe bi hemû gelên bindest ên cîhanê û bi hemû gel û jinên berxwedêr ve girêdayî hîs dikin.

Kongra Star îşaret bi dagirkirina parzemîna Amerîkayê hate kirin û got:

Bi salan e em wek jin li vê derê li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe û azadiya ax û civaka xwe tê dikoşin.

Di têkoşîn û berxwedana xwe de em xwe bi hemû gelên bindest ên cîhanê û bi hemû gel û jinên berxwedêr ve girêdayî hîs dikin.

yîna Krîstof Kolomb a li Bahamayan a Amerîkayê di 12’ê Cotmeha 1492’yan de, ji sala 1792’an wek ‘Roja Kolomb’ tê pîrozkirin.

Cara pêşîn di sala 1977’an de di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî cudakariya li dijî gelên resen ên Amerîkayê de hat pêşniyarkirin û ji sala 1990’î ve ev roj wek ‘Roja Gelên Xwecih’ tê qebûlkirin.

Back to top button