Dema mijar dibe Kurd mafê mirovan tenê di astê diruşma de dimîne

Doza zarokê li Serêkaniyê bi fosforê birîndar bûye hîna bê bersiv e.
Piştî 4 salan Neteweyên Yekbûyî hê jî doza zarokê bi navê Mihemed Hemdî ku sala 2019`an di li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên dewleta Tirk birîndar bibû, bê bersiv dihêle.

Ev deng hawar û qêrîna Mihemed Hemdî li her derê olan da.

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2019’an de dema serêkaniyê dagirkir li dijî sivîlan çekên qedexekirî karanî û yek jî qurbanên vê êrişê Mihemed Hemdî bû.

Mihemed Hemdî bi wê birîna xwe mezinbû niha 15 saliye.

Li dijî sûcên dagirkeriya Tirk doz vekir lê dûnya û saziyên behsa mafê mirovan dikin xwe ker û laliyê danîn heta niha bêdengin.

Rojnamevanê dewleta tirk a dagirker ku bi navê Erem Şentûrk fotoyê Mihemed Hemdî li ser malpera X parvekir û diyar kir ku Îsraîlê li dij zarokên Filîstîne çekê fosfor kar aniye û vê yekê weke sûc pênasekir.

Lê piştî derket holê ku vê sûcê dewleta wî kiriye vê hesabê xwe rakir û wî jî xwe ji ker û laliyê danî.

Dema mija dibe Kurd, kesên ji xwe re dibêjin rojanmevan, parêz vanên mafê mirovan bêdeng dimînin.

“Doza zarokê li Serêkaniyê bi fosforê birîndar bûye hîna bê bersiv e”

Malbata Mihemed 4 sal berê ji dijî sûcê dagirkeriya Tirk doz li Neteweyên Yekbûyî vekir.

Der barê giliyên ku li dijî dewleta Tirk vekirine de bavê Mihemed got: “Beriya salekê me li cem NY`yê doz li dijî Tirkiyeyê vekir.

Lê heta niha ti bersiv nehatiye. Hertim em, dozên me li dijî Tirkiyeyê vekirine, dişopînin, lê bersiv tune ye.”

Mihemed ê ku ev 4 sale bi birîna xwe jiyan dike li dijî sûcên dagirkeriya Tirkiyê ev bang kir:

Çilya 2020`an peymangeha lêkolînan a Wessling ku navenda wê li Swîsreyê ye, belge kir ku dewleta Tirk a dagirker fosforê spî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet li serêkaniy bi kar anîne.

NY`yê sala 1983`yan bikaranîna bombeyên fosfor û napalmê li dijî herêmên sivîl qedexe kirin. Êrişên wisa wek sûcên şer sinifandin.

Back to top button