Di wextekî de ku vîrûsa Corona li her derê belav dibe, Daxwaza berdan û parastina girtiyan ji vîrûsê di rojevê de ye.
Ji bo girtiyên siyasî kampanya îmzeyan hat destpêkirin û di sê rojan de hejmara îmzeyan gihîşt 55 hezaran.
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gerger-lîoglû li dijî belavbûna vîrûsê bêyî ku cudakariyê bixin navbera girtiyan ji bo hemû girtî werin berdan, kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Kampanya bi zimanê tirkî, îngîlîzî û elmanî tê birêvebirin.
Di nava sê rojan de hejmara îmzeyan gihîşt 55 hezaran.
“Berî derketina cenazeyan, girtiyan berdin”
Her wiha Malbatên ku girtiyên wan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ne, diyar kirin ku li girtîgehê paqijî tune ye û ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin divê hemû girtî demildest werin berdan.