Zana payîn dikin, Corona di demeke nêz de bi dawî bibe

Hin zana û pispor payîn dikin ku vîrûsa Corona di demeke nêz de bi dawî bibe û li tevahiya cîhanê nemîne.

Profesor Michael Levitt ji Zanîngeha Stanford a Amerîkî, ku sala 2013’an Nobil di Kîmyayê de wegirtiye, yek ji van zanayan e.

Levitt, di Sibata borî de payîn kiribû jimara qurbanên vîrûsê li Çînê bigihêje 3250 û jimara nexweşên vîrûsê jî bigihêje 80 hezarî.

Herdu jimarên borî pir nêzîkî rastiyê bûn, ku li Çînê jimara qurbanên vîrûsê heta niha 3200 e û 81 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Teknîkên Şaneyê li peymangeha Vavilov ya Pêmayînê li Moskovayê Sergey Kiselev, payîn dike ku bandora vîrûsê kêm bibe, ji ber her vîrûsek asteke xwe heye û eger wê astê derbas bike, dimire.

Back to top button