QSD’ê li Reqayê jinek jî di nav de 49 girtî berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser daxwaza rûspiyên Ereb û Kurd yên Reqayê, jinek jî di nav de 49 girtî berdan. Girtiyên hatîn berdan destê wan di xwîna gelê Sûrî de tine ye.

Berdana girtiyan li qada Meclisa Sivîl a Reqayê pêk hat.

Dema berdana girtiyan, Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê, Fermandarên QSD’ê, Hêzên ewlekariya Hundirîn û malbtên girtina amade bûn.

Şêxê eşîra El-Mûsa El-Zahir Ayid El-hadî spsiya QSD’ê kir û bang li kesên hatîn berdan kir ku dest bi jiyaneke nû bikin û roleke erênî di civaka xwe bilîzin.

Back to top button