Xalib Mihemed: PKK partiyeke aştîxwaz e, divê ji lîsteyê were derxistin

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, parlementerê berê yê Iraqê Xalib Mihemed jî, banga xwe tevlî ya bi hezaran kir.
Xalib dibêje “PKK partiyek aştîxwaz e û daxwaza mafên gelê Kurd dike.”

Parlementer Xalib Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa Rojnews’ê re nirxandin kir.

Xalib Mihemed da zanîn ku pênaseya terorê ji pîvanên PKK’ê gelekî dûr in, ji ber her tim hewl daye pirsgirêkan bi rêya aştiyê çareser bike.

Û bi bîr xist aliyê ku hertim aştî red kiriye, dewleta Tirk e.

Xalib Mihemed têkildarî kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê û giringiya wê jî got:

“Divê em bizanin bi vê kampanyê, em dikarîn karekî giring bikin, ew jî derxistina hêzeke aştîxwaz ji lîsteya terorê ye.”

Dawiya nirxanidinê, Parlementer Xalib Mihemed bang li hemû partiyên siyasî kir ku piştgirî bidin vê kampanyayê, ji ber PKK partiyeke ji kirinên terorê dûr e û daxwaza mafên xwe dike.

Back to top button