Polîsên Haîtî: 2 jê Amerîkî 17 gumanbar hatine binçavkirin

Di oparasyona ji bo girtina kesên Serokomarê Haîtî Jovenel Moîs kuştîn de, 2 jê welatiyên DYA 17 gumanbar hatin binçavkirin.

Polîsê Haîtî ragihand ku di nav kiryarên kuştinê de, 26 leşkerên Kolombiyayê yên teqawidbûyî, û her weha 2 welatiyên Amerîkî yên ji nîjada Haîtî hene.

Polîsan diyar kir ku 17 gumanbar, ku 2 ji wan ji DYA ne hatin binçav kirin û lêgerîna ji 8 kesan jî dewam dike.

Serokwezîrê demkî yê Haîtî Claude Joseph diyar kir ku hîn ne diyar e kî êriş plan kir an armanca wê çi ye.

Claude Joseph got,

Serok Moise, yê di 53 saliya xwe de hate kuştin, dibe ku ji ber tekoşîna wî dijî “olîgarşî” hate armanckirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê hikumeta Kolombiyayê ve hat dayîn de, hat diyar kirin ku 6 ji gumanbaran kesên ji artêşê teqwît bûyî ne.

7’ê Tîrmehê komek ji kesên nenas ketibûn mala Serokomarê Haîtî Moîse, ew kuştibûn û hevjîna wê Marine jî birîndar kiribûn.

Oparasyonên ji bo girtina kesên gumanbar li welat û derveyî welat didome.

Back to top button