Li herêma qaşo ‘bêçek’ tê binavkirin û dewrûbera wê şer û topbaraneke dijwar heye.
Ev yek berovajî tifaqa Pûtîn-Erdogan e.
Rûsyayê jî ragihand ku fikarên Moskow derbarê pêkanîna peymana Idlibê de heye û tengasiyên mezin hene.
Peymana Putin – Erdogan 17’ê îlona derbasbûyî li ser avakirina herêmeke ‘Bêçek’ li Idlibê pêk hat.
Lê ev yek ket pratîkê û krîza Idlibê kûrtir bû.
Her roj topbaran û şerên dijwar li wan herêman rûdidin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî rewşa dawî ya Idlibê û herêmên dewrûbera wê agahiyên nû belav kirin.
Li gorî çavdêriyê hêzên rejîmê herêmên gundewarê Hema û Idlibê bi dijwarî topbaran kir.
Topbaran li herêmên Til Osman, Til Sexir, Cenabîra, Litamine, gundên Lahaya, Erbîn, Zekat û Keferzîta ya gundewarê Hemayê pêk hat.
Her wiha herêmên gundên Seyadî , Skîk û Xiwên , Mişêrfê , Tîne, Um Xelaxîl ên gundewarê Idlibê jî da ber topban.
Herêmên çiyayê Turkmen a gundewatrê bakurê Laziqiyê jî para xwe ji topbaranê girt.
Çeteyan jî taxên Cemiyet Zehra, Nîl û dewrûbera wê bi zêdetirî 8 fuzeyan topbaran kir.
Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Hemwextî wê berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Maria Zakharova diyar kir ku Moskow ji rewşa Idlibê bi fikar e û got; di pêkanîna peymana Idlibê tengasî hene.
Ev yek di wextekê de tê ku 28 û 29’ê vê mehê jî tora 11’emîn a Astanayê tê lidarxistin.