Xebatên konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, bi hilbijartina Meclisa Rêveber, standina gelek biryaran bi dawî bû.
Konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê bi dirûşma “Li ser şopa şehîdan û bi şerê gelê şoreşgerî em ê bi ser kevin” li dar ket.
Hesen Berko, Nadir Muslim, Henan Memû, Xedîce Îbo, Emel Qehreman ji bo endamtiya meclisê ji aliyê beşdaran ve hatin hilbijratin.
Konferans bi girtina biryaran û danîna plansaziyekê ji bo du salên bê bi dawî bû.
Plansazî wiha ye:
- Birêxistinkirina ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan li gor qonaxê.
- Avakirina komîteya lihevanîna civakî.
- Vekirina dewreyên fêrkirkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û Erebî.
- Çapkirina wêneyên hemû şehîdan û radestkirina wan ji malbatên wan re.
- Dayîna biryaran ji bo cezakirina ajanan.
- Vekirina dermanxaneyeke taybet ji bo malbatên şehîdan.
- Destekdayîna hemû dayikên şehîdan bi taybetî yên hewcedar.
- Lidarxistina xebatan bi awayekî cidî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.