Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê..Nêzî 5 hezar xwendekarên keç hatine jehrîkirin

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rashatina 8’ê Adarê re gurtir bû.
Li dijî jehrîkirina xwendekarên keç careke din hêrsek zêde hebû.

6 mehin jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiyê di nava têkoşîn de ne.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî kuştina Jîna Emînî 16’ê Îlona 2022’an despêkirî didome.

Tevî kuştin, girtin, êşkence û darvekirinan jî heta niha jin li qadanin û daxwaza azadiyê dikin.

Dewleta Îranê a xwedî zihniyeta baviksalarî ji bo tepisandina serhildanê serî li hercure rê û rêbazên dij exlaqî dide.

Herî dawî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên keçan pêk hat.

Li gor daneyan heta niha nêzî 5 hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Duh jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm li 50 dibistanên keçan ev bûyer rû da.

Di encama wan jehrîkirinan de bi sedan xwendekar rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan, ji ber van êrişan heta niha 4 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dane.

Li beramberî vê yekê heta niha gelek nerazîbûn hatine nîşandan.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gel li qadanin.

Doh jî mamoste û malbatên xwendekaran çalakiyên nerazîbûnê lidarxistin.

PJAK: Rê nedin siyaseta jin kuştinê ya erjîmê

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) têkildarî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên keçan daxuyaniyek da û got:

“Ev êrişa ku dibin navê jehrkirinê de li seranserî dibistanên Îranê rû dide, di rastiyê de desthilat dixwaze tolê ji civaka azadîxwaz bigre.

Em daxwaz ji gel dikin ku rê nedin siyaseta rejîmê ya kuştina jinan.

Li dijî zihniyeta ku dixweze serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ bitepisîne bibin xwedî helwest.”

8’ê Adarê li Rojhilatê Kuridstanê û Îranê hate pîroz kirin

Li aliyê din jî li ser banga bi dehan rêxistin û sendîkayan bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan, li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî hate li darxistin.

Hengaw: Di nava salekê de 245 jin hatine girtin

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava sala dawiyê de, 245 jin hatine girtin.

Ji wan heta niha cezayê 30 jinan diyar bûye.

Back to top button